Sîyasî

Mhêr Margaryan r’astî şêwirmendê k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî sereke Adama Dîyêng hatîye

11-ê mijdarê li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî wek’îlê Ermenîstanêyî li organîzeyê Mhêr Margaryan r’astî şêwirmendê k’atibê organîzeêyî sereke Adama Dîyêng hatîye,wextê k’îjanê xeberdan derheqa h’alê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê, zyana meriva û qezîyaên pêşîya binelîyên e’dil xeberdan çûye.Wek’îlê Ermenîstanêyî hert’imî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê û derheqa dîyaspora ermenîye li Sûrîyaêda xeberdaye.Ewî guhdarîya Adama Dîyêng t’eglîfî li ser wê qewimandinê kirîye, ya ku li bajar’ê Sûrîaêyî Qamişlîyê qewimîye,wextê k’îjanê du wek’îlên ermenîye r’uh’anî hatine kuştinê. Mhêr Margaryan ew barbarî gunek’ar kirîye û ew yek nav kirîye çawa xirabk’arîya li ser h’îmê dînî û miletîyê.Adama Dîyêng girêdayî wê yekêr’a serxweşî daye.Xeberdan usa jî derheqa pêwîstîya aktîvkirina ce’dandinên civaka navnet’ewîye bona îzinnedayîna xirabk’arîyên wî cûr’eyî çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button