Sîyasî

Sênator Lîndsî Graham vêto danîye li ser r’êzolyûsîya naskirina k’omkujîya Ermenî

Amêrîkîzan Sûrên Sargsyan r’ûp’elê xweyî fêsbûkêda nivîsîye: “Ew yek qewimî, çi ku me nedixwest. Sênator Lîndsî Graham hindava r’êzolyûsîya dereqa naskirina k’omkujîya Ermenîda vêto danî.Ew yek piştî r’asthatina T’ramp-Êrdog’an qewimî,t’evî k’îjanê dibû usa jî sênator”.Derheqa wê yekêda Graham wextê civîna Sênatê gotîye: “Ez hema hêja r’astî Êrdog’an û T’rampê serok hatime û min t’evî wana ew pirsgirêk gotûbêj kirine, r’astî k’îjana em li Sûrîyaê tên.Ez gumanim wekî T’irk’îya û Ermenîstan wê bi hevr’a vê pirsê h’elkin”,- sênator gotîye.Bi gotina Graham qirara derheqa sekinandina r’êzolyûsîyaêda ne ku paşer’ojêva, lê pêşer’ojêva girêdaîye. Anegorî qanûndarîya palata Kongrêsêye jorin, her sênatorek dikare gava wî cûr’eyî bavêje. Serokê ŞAY Donald T’ramp 13-ê mijdarê r’astî  Êrdog’an hatîye.Hevr’axeberdan seh’etek 15 deqe k’işandine, wextê k’îjana wek’îlên mêdîyaê hazir nîbûne.Piştî qisa başqe T’ramp û Êrdog’an hevr’axeberdan bi t’eşkîla berfire berdewam kirine.T’êma hevr’axeberdanaye h’îmlî h’alê li bakûrê Sûrîyaê û usa jî komplêk’sên r’ûsaye r’okêtaye S-4OO bûne.Destpêka hevr’axeberdanada T’ramp heleqetîyên dualî bilind qîmet kirine û serda zêde kirîye,wekî ewê potnsîyala hevk’arîya sed mîlîyard dolara gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button