Sîyasî

Serekêwezîrê Ermenîstîanê wê bi seredana r’esmî Her’e K’omara Îtalîyaê

Ji 2O-î h’etanî 22-ê mijdarê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wê bi seredana r’esmî li K’omara Îtalîaêybe. Seredanê ji bajar’ê Vênêtîkê destpêbe.P’aşînyanê pêşîyê her’e yektîya Mxît’aryana, li k’îderê ewê r’astî endamên yektîyê bê.Paşê serekwezîrê her’e Mîlanê. Li dêra ermenîye li Mîlanê ewê r’astî wek’îlê dîyaspora ermenî bê, peyî k’îjanêr’a wê her’e înstîtûta Mîlanêye navnet’ewîye sîyasîzanîyê, li k’îderê wê r’astî serokbajar’ê Mîlanê Cûzêppê Sala bê. Li Mîlanê Nîkol P’aşînyanê r’astî h’ukumata Lombardîyaê bê û wê t’evî civîna bîznêsmênên ermenî û îtalî bibe. Paşê serekwezîrê ji Mîlanê her’e R’omayê li k’îderê wê r’astî seroketîya Îtalîyaê bê.Li cîyê r’niştandina serekwezîrê Îtalîyaê r’asthatina t’evî sedirê şêwira Îtalîyaêye wezîra Cûzêppê Kontê wê derbazbe.Piştî r’asthatinê herdu serekwezîr wê bi prêss-konfêransêva pêşda bên.Nîkol P’aşînyanê li R’omayê usa jî r’astî sedira Sênata Îtalîyaê Marîya Êlîzabêta Kazêlatîyê bê.Li wir usa jî seredana li dêra ermenîye kat’olîk û mek’t’eba ermenîye r’uh’anî têr’a hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button