Sîyasî

Serekwezîr û k’atibê t’eşkîleta gumrikêyî h’emdinîayî pirsên pêşdabirina hevk’arîyê gotûbêj kirine

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr k’atibê teşkîleta gumirikêyî h’emdinîayî Kûnîyo Mîkûrîya qebûl kirîye.Ew nava doranên h’emcivîna “H’elkirinên dîcît’al”-da li Ermenîstanêye. Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî di navbera h’ukumata Ermenîstanê  t’eşkîleta gumrikêye h’emdinîayîda alî hevk’arîya k’ardar dike. Bi gotina serekwezîr h’ukumata Ermenîstanê nava goveka gumrikêda werguhastinên k’ifş mîyaser dike, yên ku bona guhar’tinên k’ardarin û alî sazkirina qewilên bona bîznêsê dike. K’atibê gumrikê hazirîya derheqa pêşxistina hevk’arîyêda îzbat kirîye. Bi gotina wî açixîyên Ermenîstanêye têk’nolocî dikarin bona welatên t’eşkîletêye mayîn k’ardarbin.Cêrge pirsên başqe jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button