H’emû nûçe

Serokê parlamêntê baylozê Almanîyaê qebûl kirîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan baylozê Almanîyaêyî li Ermenîstanê Mîxayêl Banshaf qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Ararat Mîrzoyan mîyaserkirina berne’mên cudaye bi piştgirîya Almanîyaê silav kirîye, çimkî ew berne’me piştgirîyê didine werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê.Ararat Mîrzoyan careke mayîn daye bawarkirinê,wekî seroketîya Ermenîstanê li ser r’îya werguhastinên dêmokratîke û t’u gav wê paşda neyêne avîtinê.Ewî gotîye,wekî Ermenîstanê ce’dandinên xweye bona qewînbûna bêqezîyabûna h’emdinîayî berdewam bike û vî alda hevk’arîya di navbera Almanîyaê û Ermenîstanêda ya nava doranên berne’ma NATO-êda girîng h’esab kirîye.Serokê parlamêntê seredanên parlamêntvanên Almanîaêye li Qerebag’ê silav kirîye û gotîye û wekî ew yek mecaleke başe ku cîda nasîya xwe bidine pirsgirêkê û serda zêde kirîye,wekî Ermenîstanê mafên cime’ta Qerebag’ê dîsa bip’arêze.Mîxayêl Banshaf gotîye,wekî  tiştekî şabûnêye,wekî Ermenîstan bi kûrsa dêmokratîyaê û werguhastinên dêmokratîk pêşgda diçe.Bi gotina wî mesela Ermenîstanê berbiç’e’ve, ya ku bi r’îya dêmokratîzasîyaê pêşda diçe û layîqî piştgirîya wane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button