Sîyasî

Ermenîstanê t’evbûna xweye aktîv boy başkirin û qewînkirina Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv berdewamke:Zohrab Mnasakanyan

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan li Bîşk’êkê t’evî civîna şêwira wezîrên welatên endamên Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîve k’arên der, şêwira wezîrên p’arastinê, civîna komîtêya k’atibên şêwira bêqezîyabûnê bûye.Wextê xeberdana xwe, ewî derheqa xweykirina nêzîkbûnên bi hevr’a qaîlkirî, yên girêdayî pirsgirêka Qerebag’êr’a girîng h’esab kirine.Nava r’ojeva civînêda pirsên hevk’arîya welatên endam, sîyasîya wane der, yên bêqezîyabûnê jî pêr’a bûne.Xeberdan derheqha h’alê li Sûrîyaê jî çûye.Bi silavkirina t’evbûên civînê, Mnasakanyanê wezîr daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstanê t’evbûna xweye t’evî şuxulk’arîya organîzeyê, ya bona başkirin û qewînkirina organîzeyê berdewam bike.Ewî usa jî derheqa hevk’arîya wan welataye nava meydana navnet’ewîda daye dîyarkirinê. Bi r’aberkirina şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê, Zohrab Mnasakanyan gotîye,wekî bona sazkirina atmosifêra k’ardar û  hazirkirina cime’taye bo aşîtîyê lazime, ku ji propaganda h’iznekirinê  û leca sîlih’a paşda bisekinin. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî bona sistbûna h’alê sertî li zona de’w û dozê, pêwîste gavên anegor bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button