Sîyasî

Cêrge t’eşkîletên fransî e’lam kirine,wekî dixwezin li Ermenîstanê învêstîsîya bikin

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan baylozê Fransîaêyî li Ermenîstanê Conat’an Lak’ot’ qebûl kirîye.Mhêr Grîgoryan pêşk’eftina heleqetîyên ermenîya-fransizaye dualî girîng h’esab kirîye û gotîye,wekî Ermenîstan  hevk’arîya t’evî Fransîyaê bilind qîmet dike.Xeberdan derheqa hevk’arîya nava goveka k’ir’în- frotanê û destanînada çûye, derheqa şuxulk’arîya hevaltîyên Fransîyaêye li Ermenîstanê hatîye dîyarkirinê. Baylozê Fransîyaê gotîye,wekî cêrge t’eşkîletên Fransîyaê dixwezin li Ermenîstanê învêstîsîyaên xwe cîwarkin. Cîgirê serekwezîr ew fikir silav kirîye û gotîye,wekî h’ukumata ce’bdandina dide xebatê, ku li Ermenîstanê atmositfêra bîznêsêye milahîm sazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button