Li Ermenîstanê nevsên r’esmî nikarin ji qanûnê bilindtirbin: Nîkol P’aşînyan
Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan dide dîyarkirinê,wekî nevsên Ermenîstanêye r’esmî nikarin ji qanûnê bilindtirbin.Bi gotina wî,eva guhar’tina prînsîpyale, ya ku gerekê pêşer’ojêda bê kirinê. Serekwezîrê Ermenîstanê derheqa vê yekêda gotîye,wextê ku ewî r’oja p’êşk’êşî xebatk’arê qulixdarîya lêpirsîna mexsûs hazir bûye. “Meremê min t’une, ku ez bidime dîyarkirinê,ku h’elkirina vê pirsgirêkê t’enê beşeke sîyasîya cezakirinêye.Vî alîda ew guhar’tin girîngin, yên ku me destpê kirine û k’îjana em gerekê mîyaserkin, stratêgîya şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê me qebûl kirîye, me usa jî stratêgîya werguhastinên girêdayî meh’kemêr’a qebûl kirine.Ew yek gelekî girîne,wekî welatîyên Ermenîstanê, cime’ta me, civaka navnet’ewî bibînin,wekî peyî wan e’lametîyar’a kirinên konkrêt tên mîyaserkirnê”,-P’aşînyan gotîye.