H’emû nûçeSereke

Parlamêntoya Avropayê bang li Yekîtîya  Avropayê dike ku hevkarîya stratêjîk ya bi Adirbêcanê re di warê ênêrjîyê de rawestîne

Parlamêntoya Avropayê biryarek derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Adirbêcanê pesend kir û tê de daxwaz ji komîsyona avropî kir ku hevkarîya ênêrjîyê bi Adirbêcanê re rawestîne û her hevkarîyek paşerojê bi wî welatî re bi azadkirina girtîyên sîyasî û başkirina rewşa giştî ya mafên mirovan merc bike.

Herwiha di biryarnameyê de hatîye kifşkirinê ku binpêkirinên berdewam yên mafên mirovan li Adirbêcanê bi amadekarîyên konfêransa COP29 li wî welatî re hevaheng nînin.

Parlamêntarên parlamênta Avropayê her wiha ji Adirbêcanê daxwaz dikin ku hemû girtîyên sîyasî serbest berde, berpirsîyarîya rêzgirtina mafên mirovan û rûmeta mirovan bi bîr dixe û banga betalkirina qanûnên zordar yên ku rêxistinên nehukumî yên serbixwe û mêdyaya girseyî neqanûnî dike, bê rakirin.

Di biryarnameyê de daxwaz ji Yekîtîya Avropayê tê kirin ku sizayan li ser wan berpirsên Adirbêcanê ku binpêkirina mafên mirovan kirine, bisepîne.

Di gotûbêjên berî pesendkirina biryarnameyê de, piranîya parlamêntaran dilgiranîya xwe derbarê rewşa mafên mirovan li Adirbêcanê nîşan dan, wan daxwaz ji komîsîyona avropî kir ku hevkarîya stratêjî li gel Adirbêcanê di warê ênêrjîyê de rawestîne û rêjîma Elîyêv wek hevkarekî stratêjîk rawestîne.  Parlamentaran di axaftinên xwe de herwiha tekezî li ser wê yekê jî kirin ku ew binpêkirinên berdewam yên mafên mirovan li Adirbêcanê bi biryara lidarxistina konfêransa COP29 li wî welatî re li hev nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button