H’emû nûçeSereke

Serokê parlamentoya Ermenîstane: em yekitiya axa Rûsyayê jî nas dikin

Mixabin dema ku behsa dostanîya gelên ermenî û rûs tê kirin, qet nebe bi yek hevokekê behsa qirkirina Ermenîyan nayê kirin. Hevalên ku behsa dostanîyê dikin, li ser qirkirina Ermenîyan tiştekî nanivîsin. Baş e, ez xerab im. Û dostîya pir bi ku ve çû? Ev fikir ji alîyê serokê parlamentoya Ermenîstanê Alên Sîmonyan ve di 25 ê nîsanê de bi rojnamevanan re axivî, gotîye.

Derbarê nameya seroka konseya Federal ya Federasîyona Rûsyayê Matvîyenkoyê ya ji bo serokê parlamentoya Ermenîstanê jî Sîmonyan destnîşan kir ku heta niha name negihîştîye destê wî. “Dema ku name hat em ê fêm bikin ka li wir çi hatîye nivîsandin. Di sernavê konferansê de gotinên “dagirkerîya neqanûnî ya Rûsyayê…” hebû. Min bi zanetî dev ji peyva “neqanûnî” berda da ku bi hestên wan neleymzim. Lê di axaftina min de tiştek ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî be, ne li gorî daxuyanîyên wan û peymanên îmzekirî tune bû.

Helwesta Ermenîstanê çi ye ku Ermenîstan yekparebûna axa Moldovayê, Gurcistanê, Ûkraynayê, Qibrisê nas nake? Ma min tiştekî nû got? Bêlarûs jî herêmên ku Rûsîya jê re dibêje herêmên xwe yên nû nas nekirîye. Tirkîya jî nas nekir. Lê çima. … serokkomarê Tirkîyaye behsa wê dike û bi taybetî tekez dike ku ew Qirîmê jî nas nakin. Ez dixwazim fêm bikim ka hêz tenê li ser me ye? Na, mesele ew e ku ew fêm nakin ku Ermenîstan wek dewleteke serbixwe tevbigere. Ew nafikirin ku Ermenîstan dewletek serbixwe ye.

Li gor dîtina wan em wek parêzgeheke derdor mane. Pêdivîyên we çi ne? Ma me qet pirsa yekbûna axa Ûkraînayê kirîye? Ew bi xwe jî dibêjin em ketine nav axa Ûkraînayê û opêrasîyoneke taybet dikin. Em yekîtîya axa Rûsyayê jî nas dikin”.

Li gor wî, belkî ji bo wan (alîyê rûsî ) ne çaverêkirî ye ku li Ermenîstanê hukumeteke hilbijartî hebe.Sîmonyan wiha got: “Lê ez serokê parlamentoyê yê hilbijartî me”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button