Sîyasî

K’urdistan hazire birîndarên wextê protêstokirnên li Îraqê li cem xwe qenc bike

Wezîreta Herêma K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê hazirî e’lam kirîye, ku dikarin zyank’êşên wextê protêstokirinên li Îraqê li cem xwe qebûlke. Nava e’lametîya wezîretêda hatîye dîyarkirinê,wekî merk’ezên doxtirîyê û nexweşxane bona qebûlkirina birîndarên ji Îraqê hazirin.Nava e’lametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê û bangkirinê,wekî t’evbûên wan protêstokirina ji zordarîyê dûr bisekinin û bona r’aberkirina fikira xwe mêt’odên e’dil bidine xebatê.Em dîsa bidine dîyarkirinê,wekî ji destpêka meha cotmehêda li Îraqê protêstokirinên bi massayî derbaz dibin.Serekwezîr Adil Mahdî ji qulixa xwe dûrk’et, bona ku h’alê pêşdahatî bê r’astkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button