Sîyasî

H’ukumata Ermenîstanê h’ewask’are ku t’evî Ûrdunê nava heleqetîyên pêşk’eftîdabe:Nîkol P’aşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wezîrê Ûrdunêyî k’arên der Ayman Al Sedefî qebûr kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî Nîkol P’aşînyan gotîye, ku h’ukumata Ermenîstanê h’ewask’are, ku p’êwendîyên t’evî Ûrdunê pêşk’eftîbin.Serekwezîr k’ûrbûna p’êwendîyên êkonomîkî girîng h’esab kirîye, nava wanda yên nava goveka têxnologîyaên înformasîyon, sag’lemîxweykirnê, tûrîzmê û berne’mên învêstînsîyonda.Ayman Al Sedefî serda zêde kirîye,wekî welatê wî jî pêşk’eftina heleqetîyên p’ir’alî girîng h’esab dike. T’evbûên r’asthatinê seredanên li ser dereca bilind girîng h’esab kirine.Xeberdan usa jî derheqa t’êmayên bêqezîyabûna r’êgîyonêda çûye.Ayman Al Sedefî gotîye,wekî ew yek girînge, ku h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya hevr’axeberdanên e’dil  bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button