Sîyasî

Wezîrê k’arên der nava sîyasîya T’irk’îyaê û kirinên wêda qezîyaê divîne

Ermenîstan anegorî t’abîya xwe pêşda diçe, û hazire bêyî t’u qewil-qirara t’evî T’irk’îyaê heleqetîya îzbatke, lê alîyê t’irka sîyasîke lap başqe pêşda dibe. Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî r’ojne’mevana, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan gotîye.Çawa caba pirsa r’ojnem’evan,wekî diqewime guhar’tin nava heleqetîyada hebin, Mnasakanyan gotîye: “Me gotîye,wekî em hazirin bêyî t’u qewil-qirara heleqetîya îzbatkin, lê bona wê yekê du alî lazimin. Syîasîya alîyê duda lap cûr’ekî mayîn dixebite”,-Mnasakanyan gotîye.Wezîr gotîye,wekî çi ku niha diqewime, dorgirtina Ermenîstanê, t’unebûna xwestina T’irk’îyaêye bona îzbatkirina heleqetîya, piştgirîya hindava Adirbêcanêda, ya nava h’emtêk’sta de’w û doza Qerebag’êda qezîyaê bona Ermenîstanê didine k’ifşê.Bi xeberdana derheqa protokolên Syûrîxêda, wezîr gotîye,wekî protokol ji alîyê T’irk’îyaêda hatine înk’arkirinê û hema T’irk’îyaê ew yek t’er’ibandîye.Wezîr gotîye,wekî ew h’emû tişt li ber ç’e’vê h’emû kesî qewimîye.Civaka navnet’ewî jî bûye şe’da wê yekê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button