Sîyasî

Cîgirê serokê meh’kema Ermenîstanêye sereke dêlêgasîya banka h’emdinîyaê qebûl kirîye

Cîgirê serokê meh’kema Ermenîstanêye sereke Davît’ Mêlk’onyan dêlêgasîya banka h’emdinîyaê qebûl kirîye, ya ku bi meremê gotûbêjkirinên dora pirsên şerk’arîya dijî r’uşetxwerinê li Ermenîstanêye. Davît’ Mêlk’onyan gotîye,wekî meh’kema Ermenîstanêye sereke dîsa emekê xwe dike nava înîsîyatîvaên bona wergöuhastina sîstêma meh’kemê.Seroka dêlêgasîyaê Yêva Mêlîsê serda zêde kirîye,wekî ev yek pêrspêktîvên mezin bona hevk’arîyê vedike.Cêrge pirsên derheqa werguhastinên sîstêma meh’kemêda hatine gotûbêjkirinê.Davît’ Mêlk’onyan hevk’arîya pêşer’ojê girîng h’esab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button