Sîyasî

Piştgirîya mine hindava werguhastinên Ermenîstanê piştî şorişa sala par zêde bûye:Mogêrînî

Yektîy Avropayê wê xebata boy h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê berdewamke û wê  piştgirîyê bide dîyaloga li ser dereca bilinde di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê.Derheqa wê yekêda cîgira sedirê Avrokomîsîyaê Fêdêrîka Mogêrînîyê gotîye. “Em piştgirîyê didine ce’dandinên h’emsedirên k’oma Mînskê û pêşnîyarên wan, nava wê yekêda usa jî bi saya xebata wek’îlê meyî mexsûs”,-Mogêrînîyê gotîye.Bi xeberdana derheqa Ermenîstanêda ewê gotîye,wekî h’ukumat werguhastinên dêmokratîk mîyaser dike û ew yek anegorî qayîlnivîsara  derheqa hevk’arîya Ermenîstanê  û Yektîya Avropayêda tê mîyaserkirinê.“Piştgirîya meye hindava şuxulk’arîya werguhastina piştî şorişa sîyasîye sala par zêde bûye.Ez gumanim,wekî ev hevk’arî nava salên pêşinda wê diha sixbe”,-Mogêrînîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button