Sîyasî

Pirsên girêdayî hevk’arîya Ermenîstanê û banka Asîyaêye pêşdaçûyînêr’a hatine gotûbêjkirinê

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan serk’arê ofîsa banka Asîyaêye pêşdaçûyînêye li Ermenîstanê  Paûlo Spantîgatî qebûl kirîye.Cîgirê serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî hevk’arîya t’evî Ermenîstanê p’ir’cûr’eye. Mhêr Grîgoryan berne’mên t’evaîye girêdayî sûka kapîtalê, usa jî hevk’arîya di navbera dewletê û sêktora şexsîda girîng h’esab kirine. Paûlo Spantîgatî  stratêgîya pêncsaleye nû, ya ku meha mijdarê hatîye îzbatkirinê, r’aber kirîye.Xeberdan usa jî derheqa berne’mên pêşer’ojêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button