Sîyasî
Qebûlkirina k’omkujîya Ermenîye ji alîyê ŞAY-da serk’evtina nava h’eqîtîyê û r’astîyêdane:P’aşînyan
Ji alîyê Sênata ŞAY-da qebûlkirina r’êzolyûsîya derheqa naskirin û gunek’arkirina k’omkujîya Ermenî serk’evîtina heqîtîyê û r’astîyêye.Derheqa wê yekêda mîkrobloga xweye T’wîttêrêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan nivîsîye.Ewî ji navê xwe û ji navê t’emamîya ermenîya r’azalixî e’lamî sênatê kirîye bona qebûlkirina r’êzolyûsîyaê. “Qebûlkirina r’êzolyûsîya h’ejmara 15O-î, ya ji alîyê Sênata ŞAY-da, serk’evtina heqîtîyê û r’astîyêye.Ji navê xwe û t’emamîya ermenîyên li dinîyaê belavbûyî, ez r’azalixîyê e’lamî Sênatê dikim bona qebûlkirina vê qanûnê.Eva qedirgirtina bîranîna mîlîyon nîvek cangorîyên k’omkujîyêye û gaveke serbixweye bona îzinnedayîna xirabk’arîyên vî cûr’eyî”,- serekwezîrê Erenîstanê nivîsîye.