Sîyasî

Sîyasîya T’irk’îyaê dîsa bona cime’ta ermenî û Ermenîstanê çawa qezîya dimîne:serekwezîrê Ermenîstanê

Qebûlkirina r’êzolyûsîya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda, ya ji alîyê Sênata ŞAY-da qebûlkirî, şuxulk’arîya naskirina k’omkujîyê dighîne dereceke nû.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Naskirina k’omkujîya Ermenî bona me ne t’enê ji alîyê r’astîya dîrokêda girînge, lê ew usa jî p’areke h’eja bona îzinnedayîna k’omkujîyaye.Ew yek jî girînge,wekî naskirina k’omkujîya Ermenî bona me ji alîyê bêqezîyabûnêda girînge.Dixwezim bêjim,wekî ne ku k’omkujîya sala 1915-a, lê sîyasîya T’irk’îyaêye înk’arkirinê mecbûr dike bêjin,wekî sîyasîya T’irk’îyaêye wî cûr’eyî dîsa bona cime’ta ermenî û Ermenîstanê çawa qezîya dimîne”,-serekwezîrê Ermenîstanê gotîye. Bi gotina Nîkol P’aşînyan bi t’omerî hildayî usa jî qirarên ŞAY û cêrge welatên mayîn sîyasîya T’irk’îyaêye agrêsîv û neçêkirinê didine k’ifşê. “Werin em binihêr’in, ku li r’êgîyona me çi diqewime. T’irk’îya sîyasîya agrêsîv hindava Sûrîyaê, Îraqê, Qibrisê, Yûnanstanê mîyaser dike û pêr’a jî Ermenîstanê dorgirtî  xweyî dike.Civaka navnet’ewî gerekê zelal gava bavêje, ku T’irk’îya gavên xweye li r’êgîonê lê binihêr’e. Mînanî berê jî r’oja îroyîn h’ukumata me dibêje, ku em hazirin heleqetîya t’evî T’irk’îyaê bêyî t’u qewil- qirara îzbatkin. Me negotîye,wekî naskirina k’omkujîya Ermenî bona me pirsa r’ojeva heleqetîyên t’evî T’irk’îyaê nîne”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button