Sîyasî

Mecalên hevk’arîyê di navbera Ermenîstanê û asosîyasîya Qeterêye bîznêsmênada hatine gotûbêjkirinê

Armên Sargsyanê serokk’omar li Qeterê r’astî wek’îlê asosîyasîya bîznêsmênên Qeterê Îhsan Welîd Alxîyam hatîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî di navbera asosîyasîya Qeterêye bîznêsmêna û serokk’omarê Ermenîstanêda mecalên mîyaserkirina berne’mên hevk’arîyê hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan derheqa govekên ulm, p’erwerdê, têxnologîya, senaya xurek, tûrîzmê û cêrge govekên mayînda çûye.Usa jî aktîvkirina seredanên dualî girîng hatine h’esabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button