H’emû nûçe

P’êşekzanên dîyaspora ermenî dikarin t’evî serk’arîkirina Ermenîstanê bibin:berne’ma nû

Ofîsa wek’îlên k’arên dîyaspora ermenî, wê sala 2O2O-î berne’mê mîyaserke ya ku têr’a divîne ku p’êşekzanên profêsîyonal ji dîyaspora ermenî t’evî serk’arîkirina govekên k’omarêye cuda-cuda bibin.Derheqa wê yekêda wek’îlê ofîsêyî dîyaspora Avropayê Karên Avanêsyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî cêr’ibandin û zanebûnên p’êşekzanên dîyasporayê dikarin t’evî pêşxistina Ermenîstanê bikin. Nava doranên berne’mêda p’êşekzanên ermenîye ji welatên der dikarin berbir’î berne’mêbin. Berne’me wê yekê tîrmeha sala 2O2O-î destpêbe û wê 12 meha bik’işîne.Xercên mîyaserkiriêna berne’mê wê  ofîsa k’arên dîyasporayê ç’areserke, h’îmlî k’ir’îna blêta teyarêye berbi Ermenîstanê û paşdaçûyîna wan, usa jî cîyê mayînê. Ew şuxulk’arî wê bi du êtapa bê mîyaserkirinê. Êtapa e’wlinda wê h’emû e’rze bêne t’omerîkirinê û derbazî êtapa mayînbin.Êtapa dudada t’evbûên berne’mê wê bêne hilbijartinê û bijartina wana wê bi cûr’ê hevp’eyvînê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button