Sîyasî

Serokê K’urdistanê li Davosê r’astî wezîra Şvêdîyaêye k’arên der hatîye

Wezîra Şvêdîyaêye k’arên der Ênn Lîndê ya ku r’astî serokê K’urdstanê Nêç’îrvan Barzanî hatîye,e’lam kirîye,wekî r’ola Herêma K’urdistanêye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da girînge.Wextê hevdîtinê, serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvaên Barzanî bona piştgirîya koalîsîona navnt’ewîye dijî DAÎŞ-ê û usa jî bona piştgirîya hindava mihacirên li K’urdistanê r’azalixî e’lamî wezîra Şvêdîyaêye k’arên der kirîye.Barzanî gotîye,wekî p’êwendîyên Hewilêrê û Stokholmê gerekê diha başbin.Xeberdan derheqa zêdebûna qezîya têr’orîzmê, protêstokirinên li Îraqê û girîngîya hazirîya koalîsîyona navnet’ewîye li herêmê çûye.Ênn Lîndê bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê, usa jî bona piştgirîy k’omên dînîye kêmjimar, usa jî mihacirên li Herêma K’urdistanê r’azalixî e’lamî Nêç’îrvan Barzanî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button