Sîyasî

32 serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên wan hatine derxistinê, 23 jî ji alîyê dewleta T’irk’îyaêda hatine girtinê

Anegorî înformasîya partîya Dêmokrasîya Gela  piştî hilbijartinên sala par h’etanî niha, 32 serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela ji alîyê dewletêda ji qulixên wan hatine derxistinê, 23 meriv jî hatine girtinê.Ev meriv wextê hilbijartina ji alîyê cime’têda hatibûne hilbijartinê.Nava r’aporta partîyaêda hatîye dîyarkirinê,wekî destpêka mijdarê r’eqema serokbajar’a dighîşte 15 merivî. Êrîşa dewletêye li ser endamên partîyaê, ya dawî r’oja sêşemê qewimîye,wextê k’îjanê 12 endamên partîyaê li provînsîya Îzmîrê hatine girtinê. Serokê partîyayê Sêzayî T’emelî T’wîttêrêda fikirên xwe belav kirine û bang kirîye, ku şer’k’arîyê bikin bona ku derxistina merivên ji qulixada bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button