Sîyasî

ŞAY bi t’exmîn wê sîstêma dijî r’okêtaye bo p’arastina eskerê xweyî li Îraqê cîwar bike

Çawa ku tê t’exmînkirinê, ŞAY wê sîstêmên ek’sîr’okêta li Îraqê cîwarke, bona ku bazayên xweye leşkerîye li Îraqê bip’arêze.Ev pirs peyî wê yekêr’a tê gotûbêjkirinê, çawa ku Îranê derb gîhandine bazayên amêrîkîye li Îraqê, wextê ku gênêralê îranî Qasim Silêmanî hate kuştitnê. Derba bi r’okêtaye berbi Hewilêrê xêncî zyana mêtrîyalîye biç’ûk, zyana mezin negîhandîye baza amêrîkîya. Piştî  êrîşê çend r’oj derbaz bûn, wextê ku Waşîngtonê e’lam kir,wekî 11 qulixçîyên amêrîkîye leşkerî ji Îraqê bona qencbûnê hatine derxistinê. Nava înformasîyaêda hatibû gotinê,wekî birînên wan yên giran nîbûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button