Sîyasî

Qewatên ŞAY û hêzên Sûrîya Dêmokratîk t’evayî r’îya li Sûrîyayêye M4 kontrol dikin

Hatîye r’agîhandinê,wekî eskerên amêrîkî li ser r’îya M4, ya di navbera neh’îyên Hesekê û H’elebêda kontrol kirine.Miqaledarê K’urdistan 24-ê r’agîhandîye,wekî esekrên amêrîkî t’evî hêzên Sûrîya Dêmokratîk wê mîsîyaê mîyaser dikin.Kontrola r’ê ji Hesekê destpê bûye û h’etanî bajar’ê T’êl-T’emîrê çûye.Ji hewê h’elîk’op’t’êrên leşkerî r’êberîya wan kirine.Eskerên amêrîkî carina ev r’îya navnet’ewî kontrol dikin.Piştî opêrasîyona eskerên t’irkaye li Girê-Sipî û Serêkanîyê ev r’ê k’ete bin kontrola opozîsîyona Sûrîyaêye t’evî eskerên T’irk’îyaê.Piştî hevr’axeberdanên di navbera R’ûsîyaê û T’irk’îyaêda ev r’ê k’ete bin kontrola r’êjîma Sûrîyaê.R’îya M4 li  Sûrîyaê û R’ojavayê ya strêtêgîye. Pêşîya opêrasîyona T’irk’îyaêye li R’ojavayê, hêzên Sûrîya Dêmkoratîk r’ê kontrol dikirin, ya ku ji Manbîcê diçû h’etanî Qamişlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button