Sîyasî

Serokê K’urdistanê û wek’îlê serokê R’ûsîyayê h’alê li Sûrîyaêye û Îraqê gotûbêj kirine

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’oja çarşemê cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der wek’îlê serokê R’ûsîyayêyî pirsên R’ohilata Navîn û Afrîkayê Mîxayîl Bogdanov û dêlêgasîya bi serk’arîya wî qebûl kirîye.Barzanî û Bogdanov h’alê sertî van axirîyaye li herêmê û li Îraqê gotûbêj kirine.Xeberdan usa jî derheqa protêstokirinên li Beg’dayê û yê li provînsîyaên Îraqêye mayîn, hevr’aqaylnebûnên di navbera K’urdstanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêralda  çûye.Serokê K’urdistanê û dîplomatê R’ûsîyayê fikirên derheqa h’alê li Sûrîyaê,  bi t’aybetî yên derheqa k’urdada, r’ola R’ûsîaêye nava wê yekêda p’evguhar’tine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button