Sîyasî

Mîxaîl Bogdanov r’astî wek’îlên Sûrîyaêye k’urd hatîye

3O-ê meha çile, li Hewilêrê, cîgirê wezîrê R’ûsîaêyî k’arên der û wek’îlê serokê R’ûîyaêyî pirsên R’ohilata Navîn û Afrîkayê Mîxaîl Bogdanov r’astî wek’îlên “Şêwira K’urdistana Sûrîyaêye miletîyê” hatîye. Piştî r’asthatinê Bogdanov e’lamî r’ojne’mevana kirîye,wekî h’emû partîyaên Sûrîyaê gerekê qewatên xwe berevkin, bona ku ji h’esara sîyasî derk’evin.Wek’îlê R’ûsîyaêyî derecebilind usa jî derheqa piştgirîya Moskvaêye hindava k’urdên Sûrîyaêda îzbat kirîye û bang kirîye, ku k’urd t’evî qewatên welête sîyasîye mayîn bik’evine nava hevr’axeberdana.R’asthatin bi t’eglîfkirina alîyê R’ûsîyaê hatibû t’eşkîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button