Sîyasî

Pêntagonê me’lûmetîya derheqa derxistina eskerê ŞAY-ye ji Îraqê înk’ar kirîye

Wek’îlê fermandarîya hêzên ŞAY-ye sîlih’kirî Êr’l Braûn e’lam kirîye,wekî înformasîya derheqa wê yekêda ku ŞAY eskerê xwe ji Îraqê derdixe, ne anegorî r’astîyêye.R’oja duşemê jî wek’îlê fermandarîya hêzên îraqî T’ehsîn Al Hafacî ew yek înk’ar kir, çimkî cêrge ajansên prêssayê me’lûmetî belav kiribûn,wekî eskerên amêrîkî ji Îraqê derdik’evin.Pêncê meha çile parlamênta Îraqê qirar qebûl kir, ku h’emû eskerên bîyanî gerekê ji Îraqê derk’evin.Niha leşkerên ŞAY, Brîtanîyayê, Fransîyayê, Almanîyayê û welatên mayîn li Îraqêne.Ev qirar piştî kuştina gênêralê îranî Qasim Silêmanî hate qebûlkirinê. Fermana derheqa kuştina wîda serokê ŞAY Donald T’ramp’ dabû.Waşîngtonê ew yek şirovekirîye û gotîye,wekî bi t’eşkîldarîya Qasim Silêmanî êrîş birine li ser bazayên amêrîkî û baylozxana ŞAY.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button