Paşdasekinandina ji p’evk’etinên li Soçîyê destanî, tiştên îzindayînê nîne.Derheqa wê yekêda serokê Îranê H’esen R’ohanî girêdayî h’alê Îdlîbêr’a gotîye. “Bi fikira min em gerekê ji p’evk’etinên li Soçîyê destanî paşda nesekinin.Ez gelekî dixwezim,wekî h’ukumata T’irk’îyayê qedirê wan p’evk’etina bigre, yên ku me t’evayî dest anîne”,-R’ohanî wextê prêss-konfêransê gotîye. “Birêz Êrdog’an wextê h’emû r’asthatina eşkere du tişt didane k’ifşê, yek derheqa yekbûna Sûrîyaêda û ya mayîn derheqa wê yekêda ku h’emû têrîtorîyaên Sûrîyaê gerekê bin kontrola h’ukumata Sûrîyaêdabin”,-R’ohanî gotîye.Ewî usa jî guman e’lam kirîye,wekî hevr’axeberdana bi formata Astanayê wê berdewambin û gotîye, wekî pirsa Sûrîyayê cara bi sirê wê îdî li Îranê bê gotûbêjkirinê, ya p’evk’etina R’ûsîyayê, Îranê û T’irk’îyaê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close