Sîyasî

Serekwezîrê Îraqê derheqa qezîya t’er’ibandina prosêsa sîyasîda e’şaretî daye

Serekwezîrê Îraqêyî t’ezek’ifşkirî Meh’med E’lewî e’şaretî daye,wekî prosêsa sîyasîye li welêt dikare  t’evlîhevlîbe, heger piştgirîya wî nekin, ku ew h’ukumata serbest sazke.Şirovekirina E’lewî piştî wê yekê belav bû, wextê ku di navbera partîyayên sîyasîda hevr’aqayîlnebûnên pêşda hatin.E’lewî gotîye,wekî heger partîyayên sîyasî piştgirîya wî nekin, wî çaxî h’ukumata ku tê sazkirinê û prosêsa sîyasî wê bit’er’ibin, r’ûê çida jî welatên başqe dikarin t’evî k’arê Îraqêyî hundur’bin.Têr’a hatibû dîtinê,wekî E’lewî gerekê 18-ê sibatê derheqa sazbûna h’ukumatêda e’lam bikira, lê ewî ew yek paşda êxist, çimkî fra’ksîyaên îraqî piştgirîya wî nekirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button