Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û wezîrê Îtalîyaêyî k’arên der Lûîcî Dî Mayo r’oja çarşemê li R’omayê r’astî hevdu hatine, li k’îderê p’êwendîyên dualî û pirsên herêmî hatine gotûbêjkiriê. Barzanî û Mayo careke mayîn derheqa hevk’arîya dualîda axivîne, û dane dîyarkirinê,wekî berdewamkirina mîsîya t’e’lîmkirina pêşmergaye li K’urdistanê pêwîste. “Me hevk’arîya pêşer’ojê, ya nava goveka bêqezîyabûnê û k’ir’în-frotanêda gotûbêj kirîye”,-Barzanîyê serekwezîr T’wîttêrêda nivîsîye.Paşê serekwezîrê K’urdistanê r’astî wezîrê Îtalîyaêyî p’arastinê Lorênso Gêrînî hatîye, li k’îderê pirsên derheqa hevk’arîya leşkerî, ya bo şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê hatîye gotûbêjkirinê.Barzanî û Gêrînî bi hevr’a qayîl bûne, wekî t’eşkîleta DAÎŞ-ye têr’orîstî dîsa bona bêqezîyabûna Îraqê û t’emamîya herêmê qezîyaye, bo wê yekê jî piştgirîya navnet’ewî hindava qewatên k’urda û îraqî girînge. Serekwezîrê k’urd r’azalixî e’lamî Îtalîyayê kirîye bona t’e’lîmên leşkerî û guman e’lam kirîye,wekî t’e’lîmê berdewambin.Xeberdan usa jî derheqa bûyerên li R’ohilata Navînda çûye û wezîrê îtalî r’ola K’urdistanêye nava milahîmkirina h’alda bilind qîmet kirîye.
Gotarên eynî
Parlamêntoya Avropayê bang li Yekîtîya Avropayê dike ku hevkarîya stratêjîk ya bi Adirbêcanê re di warê ênêrjîyê de rawestîne
26.04.2024, 14:55
Ovêrçûk: Rûsîya li Moskvayê nava civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda hîvîya Paşînyane
26.04.2024, 12:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li ser sînor stûn hatine danînê: hukumat26.04.2024, 10:35