Sîyasî

Pêşmerge bang dikin, ku li neh’îyên hevr’aqayîlnekirî t’evî îraqîya hevk’arîyê bikin

Piştî êrîşa ç’ekdarên DAÎŞ-ye van axirîya, nava encamên k’îjanêda çar binelîyên k’urd li provînsîya K’irkûkê hatine kuştinê, wezîreta K’urdistanêye pêşmerga bang kirîye, ku t’evî qewatên Îraqê hevk’arîyê bikin, ku pirsa bêqezîyabûnê bê ç’areserkirinê.Me pêşda dabû dîyarkirinê,wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ê k’etibûne gundê Çalmaxê û çar binelîyên k’urd kuştibûn, sisê jî birîndar bibûn.Wezîreta pêşmerga e’lam kirîye,wekî bêqezîyabûna li neh’îyên hevraqayîlnekirî dikare bi t’emamî bê ç’areserkirinê, eger herdu alî li wan neh’îya hazirbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button