Sîyasî

Meh’med E’lewî soz dide pirsgirêkên nava byûcêyêda h’elke

Serekwezîrê Îraqêyî k’ifşkirî Meh’med E’lewî soz daye, ku bona h’elkirina pirsên k’ara K’urdistanêye nava byûcêya fêdêralda bide h’elkirinê.Derheqa wê yekêda endamê k’oma K’urdistanêye nava hevr’axeberdanada Meh’med Îlhanî gotîye. Bi gotina wî E’lewî soz daye, ku pirsên byûcêyê û mi’aşên qulixçîyên dewletê bide ç’areserkirinê. Meh’med E’lewî usa jî soz daye, ku kabînêta wîda qulixên bona k’urda jî hene.Qirara dawî wê ya seroketîya K’urdistanêbe.Dêlêgasîya K’urdistanê paşda veger’îyaye K’urdistanê ku r’astî fra’ksîyaên parlamêntê, serokê K’urdistanê û serekwezîr bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button