Sîyasî

Barzanî: K’urdistan ji mêxanîzma sazkirina h’ukumata E’lewî ner’ih’ete

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî e’lam kirîye,wekî ew ji mêxanîzma sazkirina kabînêta Meh’med E’lewî ner’ih’ete.E’lewî îzbat dike,wekî kabînêta wî wê ji wan wezîra bê sazkirinê, yên ku ji sîyasîyê dûrin, lê lîdêrê k’urd jî dibêje,wekî ewê ku qirar kirîye, ku E’lewî bibe serekwezîr dîsa bi endamên kabînêta wîva tên qirarkirinê.Me’sûd Barzanî gotîye,wekî E’lewî gerekê t’evî înstîtûtên h’ukumata Herêma K’urdistanê hevk’arîyê bike û paşê wan wezîra k’ifşke, yên ku wê ji K’urdistanêbin.Me’sûd Barzanî daye dîyarkirinê,wekî ew dijî wan gava derdik’evin, yên ku mafên K’urdistanêye konstîtûsîyon dit’er’ibînin.Barzanî usa jî daye dîyarkirinê,wekî serekwezîrê Îraqêyî k’ifşkirî nikare wê qirarê li ser wan alîya bide xebatê, yên ku t’evî wê qirarê nebûne.Girêdayî protêstokirinên li welêtr’a lîdêrê k’urd careke mayîn bi guman gotîye,wekî ew gerekê bi r’îya e’dil bên h’elkirinê û serda zêde kirîye,wekî faktorên ku cime’t derxistine bona protêstokirina, gerekê bên lênihêr’andinê.Derheqa DAÎŞ-da jî Me’sûd Barzanî daye dîyarkirnê,wekî DAÎŞ mînanî berê bona qewînbûna Îraqê qezîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button