Sîyasî

K’urdistanê fir’înên teyaraye berbi bajar’ê Îraqêyî Necefê r’ûê koronavîrûsêda dane sekinandinê

Kurdistanê qirar qebûl kirîye, ku fir’înên teyaraye berbi bajar’ê Îraqêyî Necefê bide sekinandinê,li k’îderê r’ojekê pêşda merivekî bi nexweşîya koronavîrûsê dîtibûn.Anegorî wê înformasîyayê fir’înên teyaraye ji Hewlêrê û Silêmanîyê hatine sekinandinê.Pêşda hatibû e’lamkirinê,wekî xwendik’arê ji Îranê li bajar’ê Necefê wê nexweşîyê k’etibû.H’etanî niha li K’urdistanê nexweşên wî cûr’eyî nehatine dîtinê, lê gavên usa  tên avîtinê, ku nexweşî  belav nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button