Sîyasî

Li ŞAY derheqa qezîya dasekinandina DAÎŞ-ye li Sûrîyayê e’lam kirine

Nava prêssa amêrîkîda hatîye dîyarkirinê,wekî piştî derxistina p’ir’anîya eskerê amêrîkîye ji Sûrîyayê h’alê li Sûrîyayê li gelek cîya bona k’ara DAÎŞ-ye.Ev înformasîya li ser h’îmê t’êma leşkerî hatîye belavkirinê.Xudanê nivîsarê gotîye,wekî li Sûrîyayê qewata h’îmlî dik’eve destê DAÎŞ-ê, ya ku ji derxistina eskerê amêrîkîye ji Sûrîyayê û dagirkirina T’irk’îyayê k’arê distîne.Miqalêda hatîye nivîsarê:k’oma DAÎŞ-ê piştî bink’etinê nikare opêrasîyonên leşkerî derbazke, lê cî hene, li k’îderê ç’ekdarên wan mane, yên ku stratêgîya xwe guhar’tine û dicêr’ibînin cime’ta cî r’akine li ser p’îya.Ew kirinên têr’orîstî mîyaser dikin.Paşê hatîye dîyarkirinê,wekî qewatên hêzên Sûrîya Dêmokratîk dicêr’ibînin usa bikin, ku qewatên amêrîkî paşda veger’ine Sûrîyayê. Bi vî cûr’eyî qezîya pêşda tê, ku DAÎŞ careke mayîn qewatên xwe bide dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button