Sîyasî

Wezîreta pêşmerga t’e’lîmên leşkerî dane sekinandinê, girêdayî fesalbûna dijî koronavîrûsêr’a

Wezîreta K’urdistanêye pêşmerga r’oja pêncşemê e’lam kirîye,wekî h’emû t’e’lîmên leşkerî nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda tên sekinandinê.Fermandar Qereman K’emal gotîye,wekî bi h’esabhildana h’alê li welatên cînar, wezîreta pêşmerga gavên anegor avîtine, bona ku koronavîrûs belav nebe.Qereman K’emal usa jî gotîye,wekî t’e’lîmên leşkerî wê bi we’dê h’evtêkê bisekinin û heger qewilên anegor lazimbin,ewê dîsa destpê bibin.Wezîrê K’urdistanêyî sag’lemîxweykirinê îzbat kirîye,wekî merivên bi koronavîrûsê nexweşk’etî li K’urdistanê h’etanî niha t’unebûne. Lê r’ûê h’alê li Îraqê û Îranê pêşdahatî K’urdistan mecbûr kir, ku h’idûdên xwe bigre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button