Sîyasî

Li K’urdistanê merk’ezên bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê hatine hazirkirinê

Merk’ezên mexsûs, yên ku h’ukumata Herêma K’urdistanê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê saz kirine, îdî bi t’emamî hazirin.Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta sag’lemîxweykirnê Meh’med Qadir e’lam kirîye. “Ew merk’ez li t’emamîya K’urdistanê cîwarkirîne û ew bi h’emû mecalava hatine r’azîkirinê”,-Meh’med Qadir gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî Çînistan bi destî konsûlxana xweye li Hewlêrê, wezîreta Îraqêye sag’lemîxweykirinê û t’eşkîleta h’emdinîyaîye sag’lemîxweykirinê t’evî K’urdistanê nava hevk’arîyêdanin.Ew soz didin ku nava şer’k’arîya dijî wê nexweşîyê piştgirîyê bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button