Sîyasî

Li qamp’a “Al Hol”-ê diqewime nêzîkî 5OO êzdîyên ku ji alîyê DAÎŞ-da hatine r’evandinê,hebin

Serokê serwêrtîya pirsên êzdîyên r’evandî, yê K’urdistana Îraqê, H’usêyn Qaîdî e’lam kirîye,wekî bi fikira wî diqewime ji 4OO-î h’etanî 5OO êzdî, yên ku sala 2O14-a li Şengalê ji alîyê DAÎŞ-da hatine r’evandinê, li qamp’a li Sûrîyayêye “Al Hol”-ê bin.Bi gotina wî bi seda êzdî hela hê li Sûrîyayêne. Ewî bangî Xaçê Sor,Yektîya Avropayê, ŞAY û t’emamîya civaka navnet’ewî kirîye, ku alî bikin bo ku merivên r’evandî bibînin. Sala 2O14- a DAÎŞ êrîş bire li ser neh’îya Şengalê û binelîyên e’dil qet’il kirin, pêr’a jî ji şeş h’ezara zêdetir meriv r’evandin, bi t’aybetî jin û zar’ok.H’ukumata Herêma K’urdistanê bona ger’a wan meriva piştgirî da û ji nîvê p’ir’ê zêdetir ew dane azakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button