H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 351 merivîva zêde bûye û gihîştîye 4823-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 351 merivîva zêde bûye û gihîştîye 4823-a. Derheqa wê yekêda merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Niha 2718 meriv qenc dibin, 41 850 têst hatine kirinê, 201 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 61 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, 14-ê gulanê li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button