Sîyasî

Li mizgeftên T’irk’îyayê dewsa dengê wek’îlê r’uh’anî stirana îtalîye “Bella ciao”-ê hatîye bihîstinê

Li mizgeftên bajar’ê T’irk’îyayêyî Îzmîrê 2O-ê gulanê dewsa dengê wek’îlê r’uh’anî stirana îtalîye e’yan “Bella ciao” hatîye bihîstinê. Wê yekê ner’azîbûneke mezin nava doranên musulmanada pêşda anîye.Nenihêr’î wê ner’azîbûnê, nava t’or’ên sosîyalîda gelek blogêr bi vîdêoyên xweva p’aravebûne û pesinê wan meriva dane, yên ku vê bûyarêva girêdayîne.Girêdayî vê bûyarêr’a, meh’kema Îzmîrêye sereke lêpirsîn destpê kirîye û cêrge meriv nava p’êpeskirina qîmetîyên dînîda gunek’ar kirine.Tiştên t’aybet jî ewe,wekî ew bûyar hema nava meha R’amadnêda qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button