SerekeSîyasî

Cêrga avtomaşînên ŞAY-ye leşkerî sînorê Îraqêr’a k’etine K’urdistana Sûrîyayê

Cêrga têxnîka leşkerî, ya koalîsîyîona bi serk’arîya ŞAY sînorê Îraqêr’a k’etîye Sûrîyayê.Em bêjin,wekî nava wê cêrgêda nêzîkî 5O-î avtomaşînên barbir bi têxnîka leşkerî û ardûva barkirî û bi r’êberîya çend avtomaşînên zirih’kirî dergehê sînorê Al Welîdêr’a derbazî Sûrîyayê bûne.Ew cêrga avtomaşîna li provînsîya Hesekê hatîye dîtinê, ya ku peyîr’a derbazî li wan neh’îya bûye, yên ku bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin.Çend r’oj pêşda piştgirîya wî cûr’eyî şandine berbi baza ŞAY-ye leşkerîye li T’êl Baydarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button