H’emû nûçe
Ermenîstan ji dinîyayê piştgirîyê hîvî dike
Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê berbir’î wezîreta k’arên der bûye, ku wezîret t’evî wek’îltîyên dîplomatîyêye li welatên der, mecala piştgirîya bona Ermenîstanê gotûbêj bike.K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê gotîye,wekî gilî usa jî derheqa piştgirîya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsêdane.Em bîr bînin,wekî duh zelal bû, ku Lîtva k’oma doxtira dişîne Ermenîstanê.Ji Gurcistanê jî e’lam kirine,wekî ewê k’oma doxtira bişînine Ermenîstanê.