H’emû nûçe

Li Ermenîstanê cara sisîya h’alê qeydeder hate dirêjkirinê

Pr’ojeya h’ukumata Ermenîstanêye derheqa dirêjkirina h’alê qeydederda, wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan r’aber kirîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’alê qeydeder ji 16-ê adarêda hatibû e’lamkirinê, paşê hatibû dirêjkirinê h’etanî 13-ê h’ezîranê, lê niha jî gerekê dîsa bi 3O-î r’ojî dirêjkin, h’etanî 13-ê tîrmehê.Eva cara sisîaye ku h’alê qeydeder tê dirêjkirinê.Girêdayî wê yekêr’a hatîye gotinê, wekî anegorî h’esabên h’etanî 12-ê h’ezîranê nexweşîya koronavîrûsê dîsa belav bûye û h’etanî niha 15 281 merivî nexweşî îzbat bûye, ji k’îjana 5639 meriv qenc bûne, lê 258 meriv wefat bûne. Bo wê yekê jî hatîye pêşnîyarkirinê, ku h’alê qeydeder bidine dirêjkirinê.Em bêjin,wekî ji 24-ê adarê h’etanî 12-ê nîsanê sînorkirinên çûyîn- hatina meriva û xebatên îdara hebûn, yên kö ji çarê gulanêda hatibûne derxistinê, lê 18-ê gulanêda xebata bi transporta civakî, salonên sportê, baxçên zar’oka û cîyên xwerina civakî hatibûne dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button