Sîyasî
Tûz Xûrmatû: nava encamên t’eqînêda, h’evt leşkerên îraqî hatine kuştinê û birîndarkirinê
15-ê h’ezîranê li neh’îya k’urdaye Tûz Xûrmatûyê r’ûê t’eqîna bombekêda h’evt leşkerên îraqî hatine kuştinê û birîndarkirinê. Çawa ku K’urdistan 24-ê r’agîhandîye, li neh’îya Tûz Xûrmatûyê avtomaşîna leşkerên îraqî li ser mînê t’eqîyaye.R’ûê wê yekêda sê leşker hatine kuştinê, çar jî birîndar bûne. Çawa tê k’ifşê, ev t’eqîn ji alîyê DAÎŞ-da hatîye mîyaserkirinê.