Sîyasî

Li T’irk’îyayê 33 endamên partîya Dêmokrasîya Gela girtine

Hêzên T’irk’îyayêye bêqezîyabûnê r’oja sêşemê 33 endamên partîya Dêmokrasîya Gelaye li provînsîya Gazîyant’epê girtine.Çawa ku meh’kema Gazîyant’epê îzina girtinê da, hêzên bêqezîyabûnê carekêr’a li 27 cîya opêrasîyon mîyaser kirin û 33 endamên partîya Dêmokrasîya Gela, nava wanda usa jî sedirê partîyayêyî li provînsîyayê Mûsa Aydîn, girtin. Meh’kemê ev meriv nava wê yekêda gunek’ar kirin,ku p’êwendîyên wan t’evî PKK-ê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button