Sîyasî

Eskerê Îraqê li K’ifirîyê cîwar bûye

Wek’îlê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk e’lam kirîye,wekî eskerê Îraqê li neh’îya K’urdistana Îraqêye K’ifirîyê cîwar bûne.Wek’îlê partîyayê Saba Meh’med gotîye,wekî k’omên leşkera li neh’îya K’aresîyê posta xwe danîne û bi wê yekêva t’evayî di navbera wek’îlên pêşmerga û esekerê Îraqêda hevdîtin derbaz bûye. Meremê herdu alîyaye ku t’evayî kontrolê bidine derbazkirinê. Saba Meh’med usa jî daye dîyarkirinê,wekî bi gotina leşkerên îraqî, ew hatine herêmê ku alî hêzên k’urda bikin bo bêqezîyabûna wan cîyaye ji DAÎŞ-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button