Sîyasî

H’evt wek’îlên îdarên t’irkaye qewatê, wextê qezîya teyarê hatine kuştinê

H’evt wek’îlên îdarên t’irkaye qewatê, wextê qezîya teyarêye li provînsîya Wanê hatine kuştinê. “Wek’îlên leşkerî r’agîhandine,wekî h’evt wek’îlên wan hatine kuştinê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Derheqa wê qezîya teyarêyêda înformasîyayên başqe nehatine belavkirinê.T’enê hatîye dîyarkirinê,wekî ew qezîya li ser ç’îyayê Ardosê, li ser bilindaya 22OO mêtrî, qewimîye.Wê teyarê fir’îna ce’sûsîyê li provînsîyayên Wanê û Hek’arîyê mîyaser dikir. Provînsîyayên T’irk’îyayêye r’ohilatê bi deha sala cîyên şer’ê di navbera eskerê t’irka û k’omên PKK-ê bûne. Mehekê pêşda jî T’irk’îyayê opêrasîyona berfire li Herêma K’urdistanê û usa jî li neh’îyên Îraqêye mayîn dijî PKK-ê destpê kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button