Sîyasî

Van r’ojên dawî piştî Ermenîstanê ŞAY û Kanada cîyê duda û sisîyadanin, ku p’ere şandine ser fonda piştgirîya leşkera

Nava şeş r’ojên dawîda ji 19O mîlîon diramî zêdetir p’ere li ser h’esabê fonda bona piştgirîya leşkera berev bûye.K’atiba pirêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweye fêysbûkêda me’lûmetîyên nû r’aber kirine.Ewê nivîsîye wekî 17-ê mehê h’etanî 22-a, nêzîkî 192 mîlîon diram ji 48 welata berev bûye. P’ir’anîya p’era, ji 135 mîlîona zêdetir, ji Ermenîstanê hatîye ser h’esab. Cîyê dudada ŞAY-ye- 31 mîlîon diram, cîyê sisîyada Kanadaye- çar mîlîon diram. Peyî wan welatar’a R’ûsîya, Fransîya, Almanîya, Brîtanîya Mezin, Îspanîya, R’ûmînîya, Bêlgîyane.Em bîr bînin,wekî 2O-ê tîrmehê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîbû,wekî ewên ku dixwezin piştgirîyê bidine esker, dikarin p’era derbazî li ser h’esabê fonda piştgirîya leşkera bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button