H’emû nûçe

Bêqezîyabûna Arsaxê bona Ermenîstanê berjewandîke girînge:k’atibê şêwira bêqezîyabûnê

Nava stratêcîya bêqezîyabûna Ermenîstanêye miletîyêda, berjewandîyên welête h’îmlîne: serbixwetî, yektîya têrîtorîya û bêqezîyabûna Arsaxê. Derheqa wê yekêda k’atibê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan wextê gotûbêjkirina civakî, ya p’êşk’êşî stratêcîya bêqezîyabûna miletîyê gotîye. “Logîka stratêcîyayê heye û li vir me cêr’ibandîye berjewandîyên Ermenîstanêye h’îmlî daynin, yên ku sê xalava hatine cudakirinê: serbixwetî, yektîya têrîtorîya û bêqezîyabûna Arsaxê. Bi vî cûr’eyî me dereca here bilind ya berjewandîya Ermenîstanê daye Arsaxê”,- Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye,wekî yektîya têrîtorîya, serbixwetîya Ermenîstanê t’evî bêqezîyabûna Arsaxê berjewandîke Ermenîstanêye here girînge.Bi gotina k’atibê şêwira bêqezîyabûnê, ew nêzîkbûnên ku nava stratêcîya bêqezîyabûna miletîyêdanin, bi t’emamî r’astîyê didine k’ifşê. “Nava wê yekêda opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerî çawa qezîya pêşin hatine r’aberkirinê. T’irk’îya bi wê fikirê qezîyaye,wekî piştgirîyê dide Adirbêcanê. Nava sîyasîya derda prînsîpa h’emermenî heye, ya ku bi t’omerî hildayî pirsgirêkên nava bîznêsên R’ûsîyayêda pêşdahatî dane k’ifşê, yekbûna ermenîyaye li p’arç’ên dinîyayêye cuda-cuda dîyar bûn”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button