H’emû nûçe

Li Ermenîstanê wê opêratora navnet’ewî, ya bona dayîna p’eraye bi êlêktronî hebe

Li Ermenîstanê wê opêratora navnet’ewî, ya bona dayîna p’eraye bi êlêktronî hebe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî senaya t’êk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan gotîye. Bi gotina wî hevaltîya Transfer Wise-ê xebata xwe wê anegorî p’evk’etinên destanî destpêke. Hevaltîyê nava dorana bankên komêrsîyonda îdî hevalk’ara xwe dîtîye û wê zûtirekê xebatê destpêke. “Ew yek prosêsa we’dedirêje, lê hevr’axeberdan hela hê berdewam dibin. Li wezîretê bona wê pirsê cabdar hatîye k’ifşkirinê, yê ku du h’evtîya carekê r’aportê r’aber dike”,-Arşakyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî nava wê pirsêda wezîretê t’evî banka Merk’ezî bixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button